• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Gulan Media March 18, 2015 Nûçe
Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Nûnerê taybet ê Hikûmeta Ermenistanê Levon Sarkisian ku, niha li bajarê Hewlêrê ye, ragihand ku, di demeke nêzîk de wê welatê wî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Levon Sarkisian Nûnerê taybet ê Hikûmeta Ermenistanê û şanda pê re îro danê nîvro ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di wê hevdîtinê de, Sarkisian amadebûna welatê xwe bo çêkirina pêwendiyên bihêz di navbera Hewlêr û Yerîvanê de nîşan da û got: Em amade ne ku komîsyoneke hevbeşî dostayetiyê di navbera herdu aliyan de ava bikin, ku kar li ser hejmarek babetên mîna rewşenbîrî, bazirganî û aborî û warên din de bikin.

Di wê hevdîtinê de, 2 doplomatên wî welatî ragihadin ku, di demeke nêzîk de, de wê welatê wî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke. Herwiha wê hêlên asmanî yên Ermenistanê di navbera Hewlêr û Yêrîvanê de dest bi geştên xwe bikin.

Herwiha şanda mêvan da zanîn ku, kerta taybet a welatê wan amade ye ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike, lewma daxwaz hevkarî û karhesaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara vekirina konsulxana Ermenistanê kir, despêkirina hêla asmanî di navbera Hewlêr û Yêrîvan, avakirina komtîta hevbeş û hatina karsaz û dewlemendên ermenî bo Kurdistanê.

Rudaw
Top