PDK: Dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî nehatiye behskirin
Serokê frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê di Parlementoya Kurdistanê de Omîd Xoşnaw îro, 18.03.2015, taybet bi BasNews ragihand:“ Ti agahî ji polîtbîroya PDK negihane me jibo em axaftinê li gel firaksiyonên din bikin derbarê drêjkirina dema Barzanî di posta serokatiya Herêma Kurdistanê de.”
Berî niha Rêxerê Giştî yî Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa ragihandibû ku, ew dê li Parlementoya Kurdistanê hewl bidin ku bi rêya yasa û rênmayana heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Meûd Barzanî dirêj bikin.
Derbarê projeya Destûra Herêma Kurdistanê de Xoşnaw got: “Em wek PDK dixwazin projeya Destûra Herêma Kurdistanê wek pirojeyeke niştimanî birêve biçe.”
Omîd Xoşnaw dibêje: “Divê projeya destûrê yekemîn xwendin lê bibe, piştire komîteyên peywendîdar raportên xwe li ser amade dikin, piştire jî dikeve bernameya karê Perlementoyê de û xwendina duyemîn li ser dibe, piştre destûr dikev dest komîteyekê ku ji 21 kesên pispor pêk tê, yan wek xwe vedgere yan jî destûreke nû li gorî guhertinên aborî û siyasî tê danîn, û piştre tê şandin ji bo Serokatiya Perlementoyê û Serokatiya Herêmê re jibo diyarkirina rojekê ku dengdan li ser bê kirin.”
Herwiha Omîd Xoşnaw got: “Mixabin hin perlemanter û firaksiyonên hin partiyan bi awayekî ne xweş behsa drêjkirina dema Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dikin , ku Barzanî yekemîn car jî ne li gel vê dirêjayê bû.”
Li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, heyama serokatiyê 4 sale bo du xulan, roja 31.08.2015heyama serokatiya Barzanî bidawî tê, piştî ku roja 31ê Hezîrana sala 2013an heyama serokatiyê bo Barzanî 2 salan hatibû dirêjkirin, piştî rêkeftinekê di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Basnews
