• Tuesday, 17 February 2026
logo

ÎSRAÎL- Encama hilbijartinan eşkere bû

Gulan Media March 18, 2015 Nûçe
ÎSRAÎL- Encama hilbijartinan eşkere bû
Partiya Lîkud ya bi serokatiya Benjamin Netanyahû di hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de serket.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê ku duh hatin kirin, Partiya Lîkud ji koma 120 kursiyên Kinêstê 29 kursî bi dest xistin.

Herwiha di pileya duyem de Partiya Yekîtiya Zayonîst bi serokatiya Îshaq Hêrtzog tê ku 24 kursî bi dest xistine.

Her li gor rapirsiyan jî, partiyên Erebên Îsraîlê ku bi lîsteyeke hevbeş tevî hilbijartinan bûne, di pileya sêyem de tên û 14 kursî di Kinêstê de bi dest xistine.

Eger ev encam jî rast bin, wê bibe hejmara herî mezin ya kursiyan ku Erebên Îsraîlê bi dest dixin.

Berî eşkerekirina encamên fermî yên destpêkê, Benjamin Netanyahû serketina xwe di hilbijartinan de ragihand, lê rikberê wî Hêrtzog got ku ewê li benda encamên fermî be.

Netanyahû piştî girtina sindoqên dengdanê, di gotarekê de got, Partiya Lîkud serkeftineke mezin bi dest xist û ewê hikûmeteke bihêz ava bike.

Benjamin Netanyahû herwiha diyar kir ku ew bi serkirdeyên partiyên rastgir re axiviye ji bo ku derbarê avakirina hikûmeteke nû di demeke herî zû de gotûbêjan bikin.

Rudaw
Top