• Tuesday, 17 February 2026
logo

YE pêşwazî li dayika sê şehîdên Kurdistanê dike

Gulan Media March 18, 2015 Nûçe
YE pêşwazî li dayika sê şehîdên Kurdistanê dike
Parlementoya Ewropa dayika her sê şehîdên Kurdistanl bi awayekî fermî vexwendiye, di merasîmekê de roja 26.03.2015 li avahiya Parlementoya Ewropa ligel serok parlementoyê Martin Şuliz bicive.

Îro, 17.03.2015, demjimêr 04:20ê sibehê, Ayişa Taha dayika sê Şehîdên Kurdistanê ligel kurê xwe û du keçên ku ji bin destê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) rizgarbibûn di riya Firokxaneya Hewlêr ya Navdewletî ber bi welatê Turkiya ve birêketin, biryare piştî ku karên xwe li Stenbolê temam bikin, dê berê xwe bidinpaytexzta Belcîke, Brukselê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa (YE) Dilawer Xalid Ajgeyî di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re got:“Piştî ku ew bighinn Brukselê, wê ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistnê li YE bên pêşwazîkirin, wek rêzgirtinekê ji rola jina kurd re, bi taybet diya wan her sê Şehîdan û her du kêçên ku ji bin destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin wê merasîmeke taybet bê lidarxistin.”

Ajgeyî zêdetir got: “Ew bi fermî ji aliyê Parlementoya Ewrupa hatine vexwendin, ji bo beşdarbibin di rûniştina fermî ya parlementoyê, dê ji aliyl serokê parlementoyê ve werin pêşwazîkirin, wek rêzgrtinekê ji jina kurd û xebata wê re, herwiha berêz Mesrûr Barzanî xerciya vê seferê girtiye stûyê xwe.”

Birayê her sê Şehîdên Kurdistanê ku ligel diya xwe ye, ji BasNews re axfî û got:“Gelek spas ji bo Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Ewrupa û Serokê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî li ser vê merasîmê.”

Her sê birayên Şehîd (Necat Osman, Ehmed Osman û Mewlûd Osman) ku ji devera Soran in, roja Şemiyê 25.10.2014 di dema êrîşkirina Pêşmerge ji bo azadkirina nahiya Zumarê şehîd ketibûn û dengekî berçav vedabûn di torên civakî de.

BasNews Yekemîn dezgeha ragihandinê bû ku nûçeya şehîdbûna her sê birayan belavkirbû, di wê demê de ligel biraziyê her sê şehîdan Rizgar Hemedemîn ku ligel apanê xwe bû û bi dijwarî birîndar bibû, wiha axifî bû:“Apanê min bi ceger û dilekî germ beşdarî rizgarkirina Zumar bibûn û wan berî me êrîş biribûne ser DAIŞê, lê otombîlekî bombekirî ber biwan ve hat, lewma apê min Ehmed agahî da me ji bo em xwe biparêzin û ew bi teqandina wê otombîlê Şehîd bûn.”

Di beşekî dinde ji axfitina xwe li gel BasNews Rizgar gotibû: “Piştî apanê min şehîdbûn, fermanderê Pêşmerge Adil Muhacir bi xwe çû ku terêmê şehîdan bîne jibo nekevin destê DAIŞê, çinku em birîndarbûn, lewma Fermnade û du Pêşmerge ligel ewjî şehîdketin, piştî ku termên hersê Apanê min rêzgarkirn”

Basnews
Top