Kurdên êzîdî bi xwîna xwe serxwebûna Kurdistanê îmze kirin!
Koma Alayê, sê sal berê li Dihokê dest bi komkirina îmzeyan ji bo serxwebûna Kurdistanê kiribû.
Berpirsê komê Pehlewan Şêx Memî li ser vê kampanyayê ji Rûdawê re got, me formên rapirsiyê bi agahdariya Netewên Yekbûyî (NY) amade kiriye û heta niha 250 hezar îmze hatiye komkirin.
Pehlewan Şêx Memî diyar kir ku xelkê deverên veqetiyayî bi taybet Şingal û Zûmarê pêşwaziyeke germ li rapirsiyê kirin û 50 hezar kesên wan deveran bi xwîna xwe formên rapirsiyê îmze kirin.
Şêx Memî li ser neragihandina serxwebûna Kurdistanê jî gazindan li rayedarên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, di van çend salên dawiyê de xelk her sal Newrozê li bendê ye Serokê Herêma Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê îlan bike. Gel êdî westiyaye ji ber ku pêwendiyên me bi Bexdayê re roj bi roj aloztir dibin, ji ber wê jî divê rayedarên Herêma Kurdistanê guhê xwe bidin îradeya gelê Kurdistanê.
Berpirsê Komala Alayê da zanîn ku ew îmzeyên ku ji bo serxwebûna Kurdistanê kom kirine heta niha ne Serokatiya Herêma Kurdistanê ne jî Parlamentoya Kurdistanê, radestî NY nekirine.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm, ku di heman demê de endamê Polîtburoya PDKê ye jî, li ser serxwebûna Kurdistanê ji Rûdawê re got, hejmara welatên ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin roj bi roj zêdetir dibin û da zanîn, niha nêzîkî 30 welat alîgirê serxwebûna Kurdistanê ne.
Lê berpirsê Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERI) Dr. Dilawer Eladîn, li ser serxwebûna Kurdistanê ji Rûdawê re got, eger em niha serxwebûna xwe îlan bikim welatên ku niha piştgiriya me dikin dê dilsar bibin. Çimkî dema encamên xirab ên vê yekê dîtin dê pişta xwe bidin me.
Dr. Dilawer Eladîn, diyar kir ku welatên mîna Amerîka, Almanya û Fransa gihîştine wê baweriyê ku divê dewleta kurdî li Başûr çêbibe lê dibêjin, hîn dema wê nehatiye û wiha got:
“Em niha di şerekî giran de ne. Ji ber wê jî em amade nînin serxwebûnê îlan bikin. Bexda û hemû cîhan ji bo şerê DAIŞê muhtacî me ne.”
Rudaw
