Kurdên Urşelîmê dengê xwe didin Netenyaho?
Peyamnêra Rûdawê Kurdistan Hesen, ku li navendeke dengdanê wan hilbijartinan dişopîne.
Kurdistan Hesen ragihand: “Hilbijartin li Urşelîmê berdewam in û li wî bajêrî mafê 600 hezar kesî heye ku dengê xwe bidin.”
Peyamnêra Rûdawê da zanîn ku, “Ji wan kesan 40 hezar kurd in û piraniya wan piştgiriyê li Partiya Lîkud ya bi serokatiya Benjamin Netanyahû dikin, ji ber ku ew piştgîriya dewleta kurdî dike.”
Li gor rapirsiyên dawî, di hilbijartinan de wê rikberiyeke xurt di navbera Partiya Lîkud ya bi serokatiya Benjamin Netanyahû û Partiya Siyonistan de çêbibe.
Berdevkê komîsyona bilind ya hilbijartinan li Îsraîlê, Gyora Bordis ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 5 milyon û 900 hezar kes li hundirê Îsraîlê mafê wan ên dengdanê heye. Lê wî got, jibilî dîplomatan, mafê dengdanê ji bo îsraîliyên li derve tune ye.
Berdevkê komîsyonê diyar kir ku 25 partî tevlî hilbijartinan dibin herwiha 19 nûneratiyên komîsyona wan jî li seranserê Îsraîlê hatine vekirin.
Rudaw
