Kurd mercên xwe bo azadkirina Mûsilê diyar dikin
Çavkaniyeke agahdar îro, 17.03.2015, eşkerekir ku “Niha berpirsên siyasî yên kurdî danûstendinê li ser beşdarbûna Pêşmerge di kontrolkirina bajrê Mûsilde de dikin, ku li ser du sitûnane, yek siyasî ye û yekjî leşkeriye.”
He wiha wê çavkanyê got: “Berpisên siyasî behsa navçeyên madeya 140î ji aliyê îdarî ve dikin û Pêşmerge jî behsa mûçe û bûdceya xwe dikin, herwiha tekez kir ku Pêşmerge bê merc naçin vî şerî.”
Derbarê vê mijarê de, Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê li Perlemana Iraqê Şaxewan Ebdulla aşkere kir ku “Berpisên siyasî yên kurd mijarên siyasî destîşan dikin û bernameya wanjî ji bo van babetan heye, bi taybetî piştî azadkirina Mûsilê û rola kurdan li wir û li navçeyên cihê nakokiyê, derbarê mijarên leşkerî de jî, divê Hikûmeta Iraqê pêbendî benda 5 ji madeya ku taybete bi budceya Pêşmerge di bûdceya 2015an de be, derbarê çekan de jî divê Iraq beşekî mezin ji wan çekên ku bo wê hatine di çend mehên derbasbûyî de bişîne ji bo Pêşmerge û dever û enyên şer ên Pêşmerge xuyabin û nabe ti hêzeke din li wan deveran bi cî bibin ji bilî Hêzên Pêşmerge.”
Girêdayî vê pirsgirêkê komek biryarên siyaî û ewlekarî hene divê ku Iraq pabendî wan be.
ji aliyê xwe ve Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, di dema beşdarbûna wî di Hevdîtina Silêmaniyê de ku ji aliyê zanîngeha Emrîkî ve hatibû li darxistin berî çend rojan gotibû:“Rêzgarkirina Mûsil jibo Kurd, Ereb û hemû Cîhanê girînge , çinku serê mar li wire, heger Mûsil di dest DAIŞê de bimîne metirsiye li ser kurdistanê, kurdjî wê bi wî mercî tev azadkirina Mûsil bibin , ku ew beşekî rasteqînî bin ji Îraqê û divê ku kurd û Îraq li hevbikin li ser dema piştî azadkirina Mûsilê”.
Di heman demedê perlemanterê kurd yê berê û çavdêrê siyasî Mueyid Teyib ji BasNews re got:“Deverên niha di dest Pêşmerge dene kurdistanî ne û girêdayî madeya 140 ne , nabe kes behsa wan deverên ku bi xwîna hezarên şehîdan ji Pêşmeger û hemwelatiyan azadbûne bike, divê Beşdarbûna Pêşmerge bi rengê piştevaniyê be, herwiha jibo beşdarbûna şerê Mûsil divê Îraq bûdceya 2015 yaPêşmerge bi temamî bide”.
Ji aliyê xwe ve çavdêrê siyasî Mehmûd Osman got:“Yekemîn: gelek girînge yasayek ji Perlemanê Îraqê derkeve derbarê mafên Pêşmerge ji aliyê bûdçe , mûçe û çekan ve. Duyemîn: divê deverên madeya 140 bi temamî çareser bibin ”
herwiha amaje bi wêjî kir : heger kurd bê merc beşdarî şer bibin di paşerojê de tiştek bi dest wan nakeve û dawe kir ku ew rêkeftin bi çavdêriya Navdewletî be, zelalbe û egera tefsîrên cuda têde nebin.
Basnews
