• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî derbarê Heşdul Şeibî de Hikûmeta Iraqê tometbar dike

Gulan Media March 17, 2015 Nûçe
Barzanî derbarê Heşdul Şeibî de Hikûmeta Iraqê tometbar dike
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê piştgirîkirina milîsên Heşdul Şeibî de Hikûmeta Iraqê bi tundî rexene dike û dibêje, Bexda pere li ser kurdan qut kirine û dide milîsên şîe.

Mesrûr Barzanî di hevpyevînekê de ji BBCê re, behsa Heşdul Şeibî yên şîe kir û wiha got: “Bikaranîna wan milîsên ji aliyê Hikûmeta Iraqê dibe ku pirsgirêkeke mezintir ji ya rêxistina DAIŞê peyda bike.

Mesrûr Barzanî diyar dike ku girîngiya ku Hikûmeta Iraqê dide Heşdul Şeibî dê pirsgirêkeke mezintir ji ya DAIŞê çêbike, pêwîst e hemû kes bi hev re şerê DAIŞê bikin, eger tolvedan di navbera tayife yan ol yan jî komên etnîkî de derkeve dê pirsgirêk zehmetir bibe.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha Hikûmeta Iraqê tometbar dike ku pere piştgiriya darayî li ser kurdan qut dike û pere dide milîsên şîe.

Mesrûr Barzanî domand: “Hikûmeta Iraqê pere dide Mûsil û Enbarê ku di destê DAIŞê de ne, lê ji ber çi nade hevpeymana xwe Kurdistanê. Hewlêr û Bexda şerê dijminekî hevbeş dikin, ji ber çi pêşmerge piştgiriya darayî wernagire û di heman demê de milîsên şîe pere werdigirin.”

Rudaw
Top