Amerîka bergiriyê li daxuyaniya Kerry dike
Berî çend rojan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry gotibû ku divê derbarê paşeroja Sûriyê de û bi dawî anîna şer, danûstandin ligel Esed bên kirin.
Her yek ji Fransa, Brîtanya û serkirdeyên dibereya Sûriyê jî nerazîbûna xwe li hember wan axaftinên Kerry diyar kirin û ragiahndin, ew bi tu awayekî razî nabin rola Esed di paşeroja Sûriyê de hebe.
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius anî zaman ku hevdîtinên ligel Esed bên kirin dê ji bo “DAIŞê bibe diyariye sosret” wiha domand: “Çi danûstandin ligel Beşar Esed bê pêkanîn ew yekê sûde bide rêxistina DAIŞê.”
Serokwezîrê Fransa Manuel Valls jî nerazîbûna xwe li hemberî daxuyaniya Kerry anî ziman û wiha got: “Esed ji mirina hezaran kesa berpirs e. Çareseriyek siyasî dê çênebe û heta Esed desthilat bê çareserî çênabe û herwiha Kerry jî vê yekê dizane.”
Berdevka Wezreta Derve ya Amerîka Jen Psakî di daxuyaniyeke de wiha got: “ Mebesta Kerry ew bû ku tenê divê rola wî li gor rêkeftina Cenevre yek be, ne ku Esed li ser desthilatê bimîne.”
Rudaw
