• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encamên hilbijartinên Cizîrê hatin ragihandin

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
Encamên hilbijartinên Cizîrê hatin ragihandin
Encamên hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê hatin ragihandin. Li gorî Komîsyona Hilbijartinan, rêjeya beşdarbûnê 50% bû.

Komîsyona Hilbijartinan, îDuh di konferanseke rojnamevaniyê de encamên hilbijartinên şaredariyên herêma Cizîrê ragihand.

Li gorî komîsyonê, rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de 50% bû û bêtirî 100 hezar kesan deng dane.

Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku Komîsyona Hilbijartinan a Başûrê Kurdistanê di birêvebirina hilbijartinan de alîkariya wan kiriye û 17 çavdêr ji wan re şandine.

Li gorî encaman, li rojavayê Qamişlo her yek ji Ferhan Ebdulla û Ranya Mihemed yekem bûn lê encamên rojhilatê Qamişlo di konferansê de nehatin diyarkirin.

Li Dirbêsiyê jî Hemîd Ebdulezîz û Muna Îbrahîm pêşeng bûn û li Hesekê jî Luqman Mûsa û Bêrîvan Mihemed Seyîd dengên herî zêde bidist xistine.

Rudaw
Top