Serok Barzanî: Helebce nasnameya mezlûmiyeta gelê me ye
Serokê Kurdistanê bi minasebeta 27 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê peyamek belav kir.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Facebookê bi minasebeta 27 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê peyamek pêşkêş kiriye û di peyama han de eşkere kiriye ku bi minasebeta 27 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê hezar silav bo rihê paqêj yê şehîdên Helebceyê dinirim.
Serok Barzanî herwiha eşkere kiriye ku Helebce nasnameya mezilûmiyet û qurbanî dana gelê Kurd e.
