Daxuyaniyek ji Fermandariya hêzên pêşmerge
Fermandariya hêzên pêşmerge derbarê bûyerên roja 15ê Adarê de daxuyaniyek weşand.
Fermandariya hêzên pêşmerge derbarê bûyerên roja 15ê Adarê yaku terorîstên DIŞIê sê katoşiya avêtibûn Rojavayê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku piştî terorîstên DIŞIê bi awayekî korane sê gole katoşiya avêtin Rojavayê Hewlêrê daku bi vê rengî xelk bitirsînin, hêzên pêşmerge jî bi tundî bersifa terorîstên DIŞIê dan û navendên terorîstan li Mûsilê topbaran kirin.
Di encama topbaranên han de terorîst rastî wendahiyên gelek mezin hatin, bi dehan terorîst hatin kuştin, hijmareke zêde tirimbîl û amûrên leşkerî yên terorîstan jî hatin şewtandin.
Ev topbarana han ya hêzên pêşmerge bersifeke dijware bo terorîstan daku bizanin ku eger her kesek bixwaze destê xwe dirêjî axa Kurdistanê bike ti tundî bersifa vî tê dayîn, û em welatiyên medenî yên li Mûsilê dilniya dikin ku agirê hêzên pêşmerge bi tenê terorîstan dike amanc û can û malê welatiyên medenî li cem hêzên pêşmerge parastiye.
Fermandariya hêzên pêşmerge
