Hêzên Pêşmerge li başûrê Kekrûkê 3 gund ji dest DAIŞê derxistin
Îro careke din hêzên Pêşmerge li mêhwera Kerkûkê û li başûrê bajarê Kerkûkê êrişî ser çekdarên DAIŞê kirin. Hêzên Pêşmerge di demeke kêm de karîn dest bi ser sê gundan de bigirin û berdewam berev pêş diçin.
Birêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê efser bi pileya emîd Serhed Qadir ji PNA re ragihand, ku ´´di êrişên îro yên hêzên Pêşmerge de bo ser çekdarên DAIŞê û di pêşdeçûnên hêzên Pêşmerge de, sê gundên Wehde, Seid û Xalidiye li başûrê rojavayê Kerkûkê li sînorê Daqoq-Dûz ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin.´´
Serhed Qadir da xuyakirin, ku êrişa Pêşmerge bo ser binkeyên DAIŞê bi piştevaniya firokeyên cengî yên hêzên Hevpeymanan bûye û di necama êrişa hêzên Pêşmerge de gelek terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Serhed Qadir ji PNA re got: ´´di pêşdeçûnên îro yên hêzên pêşmerge de nêzîkî 15 kîlomter ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin û pêşdeçûnûn hêzên Pêşmerge berdewame û terorîstan jî şiyana berevaniyê nemaye û şiya şerkirina wan lawaz bûye.´´
Ewe zêdetirî 10 rojane êrişên hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bo ser binke û çeperên terorîstên DAIŞê li Kekrûkê berdewame û zêdebarî kontrolkirina bi dehan gundan û deveran, pêşdeçûnên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Kekrûkê berev qeza Hewîce ya di bin kontrola terorîstên DAIŞê de berdewame.
