• Tuesday, 17 February 2026
logo

WHO pesnê herêma Kurdistanê dide

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
WHO pesnê herêma Kurdistanê dide
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 15ê adara 2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ela Elwan rêvebirê giştiyê rêxistina cîhaniya saxlemiyê (WHO) û şandeya pê re kir û di civînekê de rewşa saxlemiyê li herêma Kurdistanê nirxand.

Rêvebirê giştiyê WHO çalakiyên wezareta saxlemiya û bi taybetî yên rêberiya giştiya saxlemiya Duhokê bilind nirxandin ku, tevî wî barê giranê li ser milê wan ew karîne bi awayekî gelek baş xizmetên pizîşkî û saxlemiyê pêşkeşî penaber û koçberan û bi awayekî giştî, pêşkeşî hevwelatiyên herêmê bikin.

Rêvebirê WHO got ku ew dê lêbixebitin û zêdetir di warê pêdawîstiyên saxlemiyê de alîkariya herêma Kurdistan bikin û ew dê digel wezareta saxlemiyê ya hikûmeta Îraqê danûstandinan bikin daku Îraq weke pêwîst bi rola xwe rabe û bê cudahî pêdawîstiyên pizîşkî bo hemû devaran dabîn bike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana rêvebirê giştiyê rêxistina WHO bo herêma Kurdistanê kir û sipasiya nirxandina wî ya ji bo kar û çalakiyên wezareta saxlemiyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêvebiriya giştiya saxlemiya Duhokê kirî kir ku, bi berdewamî xizmetên tendirustî û pizîşkî pêşkeşî koçber û penaberan li sertaserî kampên wîlayeta Duhokê dikin û hewil didin ku karên xwe zêdetir û baştir jî bikin.


Top