• Tuesday, 17 February 2026
logo

John Kerry: Amerîka neçare bi Beşar Esed re danûstandinê bike

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
John Kerry: Amerîka neçare bi Beşar Esed re danûstandinê bike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand, ku Amerîka di dawiyê de dê neçar bimîne ku bi Beşar Esed serok komarê rejîma Beis a Suriyê re dest bi danûstandinê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, bi helkevta çaremîn salvegera şerê Sûriyê ji televîzyona amerîkî ya CBSê re axivî û got, ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê emê di dawiyê de neçar bimînin bi Beşar Esed re rûnên.

John Kerry diyar kir, ku ew di yekemîn komcivîna Cenevreyê de, ku bi navbeyinkariya Amerîkayê û di navbera rêjîma Sûriyê û neyarên wê de hatibû lidarxistin, amade bû bi Beşar Esed re hevdîtin û diyalogê bike.

Şerê Sûriyê ji meha Îlona 2013ê ve heta niha didome. Li gorî ku tê gotin, herî kêm 250 hezar kes di wî şerê de hatine kuştin.
Top