• Tuesday, 17 February 2026
logo

Du rokêt li rojvayê Hewlêrê ketin

Gulan Media March 15, 2015 Nûçe
Du rokêt li rojvayê Hewlêrê ketin
Li nêzîk bazara sewzeşînî ya bajarê Hewlêrê, du rokêtên Katyoşe ketin xwar, hêzek ji polîs û asayişa bajêr gehiştine cihê bûyerê.

Berî bîstekê du rokêtên Katyoşe li nêzîk bajarê Hewlêrê ketin û ti ziyanên mirovî ji encam neketine.

Li gor zanyariyên BasNewsê, du rokêtên Katyoşe li bazara sewzeşînî, ku dikeve rojavayê bajarê Hewlêrê, ketin, lê ziyanên mirovî ji encama ketina her du rokêtan neketine.

Çavkaniyekê ji polîsên Hewlêrê ji BasNewsê re got: “Ziyanên madî û mirovî ji encama ketina her du rokêtan neketine û hêzeke taybet ya asayiş û polîsên bajarê Hewlêrê gehiştin cihê bûyerê ji bo zanîna arasteyê wan rokêtên Katyoşe.”

Basnews
Top