• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hejmartina dengên şaredariyan li Cizîrê berdewam e

Gulan Media March 15, 2015 Nûçe
Hejmartina dengên şaredariyan li Cizîrê berdewam e
Li bajarê Amûdê, karê veqetandina dengên hilbijartinên encûmenên şaredariyan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, lê îro rê li ber ragihandinê hatiye girtin ku derbasî navenda veqetandina dengan bibin.

Li gor zaniyariyên Rûdawê bidest xistin heta niha ji 144 sindoqan, dengên di 71 sindoqan de hatine hejmartin.

Peyamnêrê Rûdawê li pêşiya navenda veqetandina dengan li Amûdê ragihand ku heta li Serêkaniyê 11 sindoq, li Ebû Rasên 10, li Amûdê 12, li şaredariya rojavayê Qamişlo 14, li Çilaxa 8 û li Til Koçer 8 sindoq dengan bi temamî hatin veqetandin û hejmartin.

Peyamnêrê me diyar kir ku di encama veqetandina dengên bajarê li Amûdê, namzedên TEV-DEMê Dîcle Ridwan Nesrî 2 hezar û 510 deng û Îdrîs Hacî Elî 2 hezar û 307 deng bi dest xistin.

Li gorî agahiyan, li bajarê Hesekê ji 23 sindoqan dengên 19 sindoqan hatine veqetandin û li bajarokê Tirbespiyê jî ji 12 sindoqan bi tenê dengê 2 sindoqan nehatine veqetandin herwiha ji 15 sinodqên bajarê Dirbêsiyê jî dengên 13 sindoqan hatine veqetandin.

Peyamnêrê me diyar kir ku îro deriyê navenda veqetandina dengan li ber ragihandinê hatiye girtin.

Hilbijartinên encûmenên şaredariya ku Encûmena Niştimanî ya Kurd tevlî nebûye, di 13ê vê mehê de ji bilî bajarokê Til Temir, li 12 şaredariyan hatin kirin.

Di van hilbijartinan de TEV-DEM bi lîsteya Hevpeymaniya Demokratîk beşdar e. Herwiha 12 partiyên din yên ku di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin jî tevlî van hilbijatinan bûne.

Heta niha Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan li Kantona Cizîrê ti encameke hilbijartinê ranegihandiye. Herwiha hejmara kesên ku mafên wan heye deng bidin û kesên dengê xwe jî bi kar anîne, nehatiye ragihandin.

Rudaw
Top