Îran: Me bawer nedikir şoreşa îslamî wiha zû derbasî Iraqê bibe
Li gorî medyaya Îranê, alîkarê fermandeyê giştî yê pasdaran Husên Selamî, duh li bajarê Meşhedê di vekirina saloneke sporê de axivî û got, Xwedê ji me dixwaze ku ummetek wisa çêbikin ku bibe pêşenga hemû cîhanê.
Husên Selamî diyar kir ku rola Îranê di dabînkirina ewlehiyê de li Rojhilata Navîn pir zêde ye û got, mînaka vê yekê Iraq e ji ber ku Îranê nehîşt Iraq di warê siyasî û leşkerî de bikeve destê “kirêgirtiyan”.
Wî pasdarê îranî behsa bandora şoreşa îslamî li ser welatên Iraqê, Yemen, Sûriye, Behrêyn, Libnan û Efxanistanê jî kir û got, me bawer nedikir wiha zû şoreşa îslamî sînorên Îranê derbas bike.
Rudaw
