• Tuesday, 17 February 2026
logo

PKK: Em gerîlayên xwe ji Başûr venakişînin

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
PKK: Em gerîlayên xwe ji Başûr venakişînin
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand, ew gerîlayên xwe ji Başûrê Kurdistanê venakişînin.

Li gorî malperên nêzîkî PKKê, Cemîl Bayik îro li Qendîlê pêşwaziya komek siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û hunermendên Başûr kir.

Cemîl Bayik di civînê de got, em bi fermana Rêber Apo şerê DAIŞê dikin û li kîjan deverê DAIŞ hebe emê şerê wê bikin çimkî DAIŞ dijminê hemû Kurdan e.

Bayik, diyar kir ku PKK tenê ji bo ku gelê Başûr û destkeftiyên Başûr li hember DAIŞê biparêze hêzên xwe şandiye Başûr û got, lê hinek aliyan li dijî gerîla propaganda kirin û gotin, gerîla hatiye Başûr dixwaze deshilata Başûr zeft bike, vê yekê em aciz kirin.

Hevserokê KCKê behsa daxuyaniya endamê rêveberiya KCKê Murad Karayilan a li ser vekişandina gerîla ji Başûr jî kir û got, ji ber wan propagandayên xelet hevalê me Murad Karayilan ew daxuyanî da. Helbet ew tenê nêrîna wî nebû ya me jî bû.

Cemîl Bayik anî ziman ku piştî daxuyaniya Karayilan gellek alî û saziyên Başûr nerazîbûna xwe nîşan dan û wiha axivî:

“Gellek rêxistinan nêrînên xwe anîn ziman, hatin em dîtin. Gotin, 'Em nêzîkbûnên we rast nabînin. Hûn ne hêzeke biyanî ne, hûn hêzeke Kurdistanî ne. Hûn xizmetê dikin, hûn şer dikin, hûn şehîd didin, birîndar didin, hûn Başûr diparêzin. Ji ber vê divê hûn gerîla venekişînin. Eger hûn vekişin, weke ku hûn me teslîmî DAIŞê dikin. Em nikarin vê qebûl bikin’…”

Bayik diyar kir ku ji ber wê, wan biryar daye gerîla li Başûr bimîne û neyê vekişandin.

Rudaw
Top