KERKÛK- Pêşmerge û Heşdul Şeibî li DAIŞê didin
Li gundê Beşîr li başûrê Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrişî çekdarên Heşdul Şeibî kirin, ew jî neçar man û daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kirin ku bi hawara wan ve here.
Peyamnêrê Rûdawê, Huner Ehmed ji wê deverê ragihand: “Niha Pêşmerge bi topxaneyên xwe alîkariya Heşdul Şeibî dikin û niha şer pir giran bûye.”
Li gundê Beşîr, çekdarên DAIŞê li Heşdul Şeibî zivirîn û êrişî wan kirin, ji ber ku ev 2 roj bûn ku wê hêzê hew dida û êrişî Beşîr dikir, lê heta nikarî bû kontrol bike.
Huner Ehmed wiha got: “Heşdul Şeibî yên şîe, di wê êrişê de 4 hezar çekdar amade kiriye, lê hîna daxwaza hêzeke din dike ku alîkariya wan bike.”
Rudaw
