• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zuhbî: Înkarkirina alîkariyên Sûriyê bo Kurdan bê rewiştî ye

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
Zuhbî: Înkarkirina alîkariyên Sûriyê bo Kurdan bê rewiştî ye
Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zuhbî dibêje ku, serkirdatiya Sûriyê û Wezareta Bergirî jî gelek alîkarî dane Kurdan, herwiha înkarkirina wan alîkariyan bi tiştek “bê rewiştî û ne lojîkî dide zanîn.”

Wezîrê Ragaihdina Sûriyê Umran Zuhbî ragihand ku “Serkirdatiya Sûriyê, serkirdatiya artêşê û Wezareta Bergirî ya Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de, gelek alîkarî pêşkêşî Kurdan kirine.”

Omran Zuhbî di hevpeyvînekê ligel televîzyona fermî ya Sûriyê de diyar kiriye ku “Kurd beşek ji gelê Sûriyê ne, axeftin li ser itîraf bi rêveberiya xweseriya demokratîk, eger bi wateya siyasî be di çarçoveya sînorên niştimanî yê dewleta Sûriyê de, di hikûmetê de gotûbêj li ser tê kirin li gor yasa û rênma û destûrê.”

Herwiha Zubî tekez kir ku hikûmet Sûriyê alîkarî pêşkêşî Kurdan kirine û belgeyên wan jî li ser van alîkariyan hene û got: “Eger aliyê din (mebest Kurd in) vê yekê înkar bikin, înkara wan li wan vedigre, dibe ku mirov alîkariya ku dide kesekî înkar bike, lê nabe ku alîkariya kesek pêşkêşî wî dike înkar bike, ji ber ku ev tiştek ne rewiştî û ne lojîkî ye.”

Navborî amaje bi belgeyên ser wan alîkariyan dike û dibêje: “Belge li ser wan alîkariyan li cem dewleta Sûriyê hene, em jî ne amade ne wan aşkere bikin.”

Roja 04.03.2015 Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê ligel televîzyona RTB ya Burtugalî de Derbarê pirsa ku: Gelo Sûriyê yan jî artêşa Sûriyê alîkarî dane kurdan? Esed got: “Bêguman” wan alîkrî daye Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.

Esed bêhtir behesa hûrgiliyên di vê debarê de kir û got: “Berî Kobanê me alîkarî pêşkêşî kurdan dikir. Ji ber ku vê pirs ne ji wê demê destpêkiriye. Me alîkarî dida kurdan berî ku hevpeymanî (ya navdewletî) alîkariya kurdan bike. me çek ji wan re dişandin.”

Esed diyar dike jî ku “Bêguman dê (kurd) bêjin ev tişt nebûye ji ber ku Amerîkiyan ji wan re gotiye: (Bibêjin na..û emê alîkariya we bikin). Eger gotin belê, dê Amerîkî ji wan hêrisaciz bibin.”

Di dawiyê de Esed dide zanîn ku hemû alîkriyên ku wan pêşkêşî kurdan kiriye bi belge li cem wan in û wiha gotina xwe bidawî tîne: “Hemû belgeh li ser li ser çekên ku me ji wan re şandine, tevî operasyonên ezmanî yîn hatine encaman û operasyonên topbaranê û ji bilî wan jî di dest me de ne.”

basnews
Top