Parlementoya Ewrûpayê spasiya pêşmerge û şervanan dike
Parlementoya Ewrûpayê di civîna xwe ya îroyê de behsa metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser cîhanê kir û eşkere kir ku terorîstên DIŞIê mezintirîn metirsîne bo ser asayîş û aramiya cîhanê.
Her di vê civîna han de parlementoya Ewrûpayê behsa şerê hêzên pêşmerge û şervanên YPGê ya li dijî terorîstên DIŞIê kir û jiber serkeftinên hêzên pêşmerge û şervanên YPGê yên li hember terorîstên DIŞIê destxweşiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge û şervanên YPGê kir.
