• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîka kir

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîka kir
Duh în 13.03.2015 birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya David Petraeus Berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgirî(Îstîxbaratî) ya Amerîka û Fermandeyê berê yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Artêşa Amerîkayê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û êrîşên terorîstan ya li ser asayîşa cîhanî û navçeyê hatin nirxandin. Her li vê hevdîtinê de berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîka bi pêşketin û avadaniya Kurdistanê sersurmaniya xwe nîşan da û ji bo wan serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan da bi destanîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û behsa qehremanî û azayetiya Pêşmerge kir. Her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarê wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.


Top