• Tuesday, 17 February 2026
logo

Us : Dewlet dixwaze girtiyan bike bin pandora xwe

Gulan Media March 13, 2015 Nûçe
Us : Dewlet dixwaze girtiyan bike bin pandora xwe
Komeleya Piştgirtiya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-DER)ê di çalakiyekê de paketa ewlehiya navxweyî ya li Tirkiyê şermezar kirin.

Komeleya Piştgirtiya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-DER)ê li bajarê Diyarbekir yê Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkîrîna paketa ewlehiya navxweyî li ber girtîgeha Tîpa E ya Dîyarbekir çalakiyek pêk anî.

Nûnerên Saziyên Sivîl, Rêveberên KESK, Meclîsa Dayikên Aştî, Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên Komelaya 78’an û rêveberên DBP’ê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em destûrê nadin 12’ê îlonan, zagona ewlehiya hundir paşve bikşînin” hat daliqandin. Derbarê paketa Nevxweyî de Hevseroka TUHAD-DER Derya Us daxuyani da çapemeniyê . Us da zanîn ku Dewlet cezayê hucre, qedexekirina çapemeniyê, astengiya dermankirina nexweşên girtiyan û kuştina girtiyan hindik dibinin ku ev zagona paketa nevxweyî derxistin.

Us got ku êdi di dema serlêdana girtiyan de ê bikaribin hemi hevditinan bikin qeydê û wiha axivî: “Di wan zagonan tê xwestin ku di bin navê “yekîneyên mudaxeleyê” dê Peywirdarên girtigehê bikevin koguşan û di dema rastî berxwedanekê hatin dê çekan bikarbînin. Dewlet dixwaze girtiyan jî bike bin pandora xwe.”

Us zagonên ku hikumeta AKP’ê derxistiye şermezar kir û got: “Em tu van zagonên qebûl nakin. Ji bo ev zagon neyên derstin em dê ber xwe bidin û hemû mafên xwe yên zagonî bikarbînin.Em bang li hemu saziyê sivîl dikin ku bila tu kes bê deng neminin. “

Basnews
Top