• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bakûr: Ji 6 welatiyên Kurd re 400 sal ceze!

Bakûr: Ji 6 welatiyên Kurd re 400 sal ceze!

Li Bakûrê Kurdistan ji 6 welatiyên kurd yên kû tevlî çalakiyên piştgirîya Kobanê bûn 400 sal ceze hate xwestin.

Der barê welatiyên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê 6-8’ê Cotmehê tevli çalakiyên şermezarkirina çeteyên DAIŞ’ê bûn û xwedî li berxwedana Kobanê derketin îdianameyên hatine amadekirin re bi sedan sal ceza tên xwestin. Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê piştî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê hatin lidarxistin der barê 6 welatiyan de Serdozgeriya Komarê ya Tarsusê îdianame amade kir û îdianame ji aliyê 1’emîn dadgeha Cezaya Giran a Tarsusê ve hate qebûlkirin.

Di îdianameyê de der barê 6 kesan de ji bo her yek ji wan 79 sal ceza tê xwestin.

Xendan
Top