Pêşmerge: Em bi milîsên şîe re di çeperekê de şer nakin
Ev demek e hêzên Pêşmerge, Polîs û komên din ên çekdar ên li Kerkûkê xwe ji bo kontrolkirina devera Hewîce ya Kerkûkê hazir dikin lê li ser çawaniya kordînasyona wê operasyonê li hev nakin.
Fermandeyê milîsên şîe li Kerkûkê, Zekî Kemal ji Rûdawê re got, me hêza xwe kom kiriye û em ji şerê DAIŞê re hazir in, ji bo vê yekê jî pêwîstî bi wergirtina destûrê tine.
Lê Fermandeyê Pêşmerge li eniya Kerkûkê, Kemal Kerkûkî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Hewîce beşek e ji Kurdistanê ji ber wê jî eger milîsên şîe li aliyê başûrê Kerkûkê ve tevlî şer bibin bila bixêr werin lê eger li aliyekî din de werin em nahêlin.
Kemal Kerkûkî her wiha diyar kir, divê piştî ku karên wan xilas bû li Kerkûkê nemînin…
Rudaw
