Nêçîrvan Barzanî: Hevkariyên Ewrûpa û Amerîkayê sedama serkeftina hêzên pêşmerge ne
Serokwezîrê Kudistanê li gel wezîrê derve yê Îtalyayê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtalya û Vatîkanê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Îtalyayê civiya û piştî civînê jî di presskonferansekî de naveroka civîna han ji raya giştî re eşkere kirin.
Di vê presskonferansê de Barzanî li ser navê hikûmet û gelê Kurd spasiya hevkariyên welatiyên Ewrûpayî û Amerîkayê kir û got: Hevkariyên Ewrûpa û Amerîkayê bûn sedema serkeftina hêzên pêşemrge.
Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember pêşde çûna peywendiyên navbera Kurdistan û Îtalyayê diyar kir û tekez li ser xwesteke Kurdistanê bo berfiretir kirina peywendiyên han kir.
Her di presskonferansa han de wezîrê derve yê Îtalyayê jî eşkere kir ku vê hevkariyên Îtalyayê ên bo Kurdistanê bidomin.
