• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Iraqî dibêjin tenê 5 kîlometran ji Tikrîtê dûrin

Hêzên Iraqî dibêjin tenê 5 kîlometran ji Tikrîtê dûrin
Piştî ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî demjimra Sifir bo kontrolkirina parêzgeha Selahedîn ji bin destê rêxistina terorîstiya DAIŞê ragihand, hêzên Iraqî ji çar aliyan ve êrişî ser bajarê Tikrîtê kirin û ligel berev pêşçûnên berdewam çend navçe jî kontrol kirine.

Parêzgarê Selahedînê Raîd Cibûrî di konfransa rojnamevanî de ragihand, ku hêzên ewlehî yên Iraqê piştî azad kirina navçeya Albo Hesanî pêşdeçûneke baş kirine û niha li 5 kîlometriya bajarokê Elem bi cih bûne û pira Albo Şuwarib û taxa Tîn li bajarê Tikrîtê jî hatine azadkirin û niha di bin kontrola hêzên ewlehiyên Iraqê de ne.

Li gor gotina Raîd Cibûrî di şer û pevçûnûn navbera hêzên Iraqî û terorîstên DAIŞê de, gelek çekdarên DAIŞê hatin ekuştin û firokeyên cengî yên Hevpeymanan jî bandoreke baş di bombebarana binkeyên çekdarên DAIŞê de hebûne û hêzên hikûmeta Iraqê pêşde diçin.

Parêzgarê Selahedînê herwiha da xuyakirin, ku proseya azad kirina Tikrît û parêzgeha Selahedînê heta rizgar kirina yekcarekiya evê parêzgehê dê berdewam be.

Doh duşembe hêzên artêşa Iraqê li gel beşdariya hêzên Heşda Şeibî ku mîlîşiyayeke Şîeyên Iraqê ye û herwiha hêzeke mîlîşiyayî ya Sunneyan, piştî amadekariyeke zêde, dest bi operasiyoneke berfireh bo azad kirina bajarê Tikrît a navenda parêzgeha Selahedînê ji dest DAIŞê kirin.

Li gor zanyariyan di evê operasiyonê de 30 hezar çekdarên ser bi hikûmeta Iraqê ve beşdarin û hêzên Iraqî ji çar aliyan ve êrişî ser çeperên DAIŞê li derdora Tikrîtê kirine.

Herwiha hatiye ragihandin, ku Qasim Sulêymanî fermandeyê supayê Quds a ser bi supayê pasdarên Îranê ve jî bo beşdarî di evê operasiyonê de bi firokeyeke taybet çûye bajarê Samera ya li nêzîk Tikrîtê û li wir serpirestiya êrişê dike.

Di evê operasiyonê de, cêtên cengî yên hêza hewayiya Iraqê jî beşdarin û binkeyên DAIŞê bombebaran dikin.

Hêzên ser bi hikûmeta Iraqê ve ragiahndine, ku niha tenê 5 kîlometran ji navenda bajarê Tikrîtê dûrin, lê hêşta ti aliyeke bê alî ew zanyarî piştrast nekirine.

Bajarê Tikrît navenda parêzgeha Selahedîn bi qasî 150 kîlometran ji bakrê Bexdadê dûre û piştî ketina Mûsilê bi destê DAIŞê, ev bajar jî kete destê wan.
Top