Ebadî bo kurdan: Dijmin dixwazin em ji hev dûr bin
Şandeke fraksiyonên Kurdistanê bi Heyder Ebadî û hejmarek parlementerên fraksiyona Hevpeymaniya Niştîmanî re civiya.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand: “Di civînê de behsa bernameya Hikûmeta Iraqê hat kirin. Herwiha şerê li dijî DAIŞê û serkftinê ku heta niha hatine bidestxistin, hatin nirxandin.”
Li girî wê daxuyaniyê, “Behsa pirsgirêkên aborî û ewlehî û erzanbûna buhayê petrolê û bandora wê li ser budceya Iraqê hatin kirin.”
Di wê civînê de, “Ebadî tekez li ser girîngiya nemana nakokiyan di navbera aliyên siyasî kir û daxwaza yekxistina hewl û kar bo serkeftina şerê li dijî DAIŞê de kir.”
Herwiha Serokwezîrê Iraqê wiha domand: “Dijminên me dixwazin em ji hev dûr bin, lewma pêwîst e em destê xwe bidin hev ji ber ku pêwîstiya gelê Iraqê bi me heye û pêwîst e tiştên baş pêşkêşî wan bikin.”
Ebadî da zanîn ku, “Pêwîst e Hewlêr û Bexda pabendî rêkeftina di navbera xwe de bin.”
Rudaw
