• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî girêbestekê ligel Îranê îmze dike

Barzanî girêbestekê ligel Îranê îmze dike
Biryaredera Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê ragihand ku, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbesta anîna gazê ji Îranê ligel wî welatî îmze bike.

Biryaredera Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê Roze Osman diyar kir ku, Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wan re ragihandiye ku, ji bo çarekerkirina arîşe elektrîk û gazê ya malan, dê Herêma Kurdistanê girêbestekê ligel Îranê îmze bike.

Roze Osman taybet ji BasNewsê re amaje kir ku, ew gotina Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civînekê ligel Komîteya Bilind a Enerjiyê û Parlementoya Kurdistanê de hatibû, ku duh 1ê Adarê birêve çûbû.

Osman da zanî jî ku, piştî îmzekirina girêbesta anîna gazê ji Îranê “Dê boriyê gazê ji her malekê re bê girêdan” tevî ku dê ji bo berhemanîna elektrîkê were bikar anîn.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlementoya Kurdistanê Şêrko Cewdet ji BasNewsê re got: “Ji bo îmzekirina wê girêbestê, biryare di nêzîktirîn dem de Nêçîrvan Barzanî biçe Tehranê û ligel berpirsên wî welatî bicive û girêbesta anîna gazê îmze bike.”

Derbarê curê girêbestê û heyama wê de Cewdet wiha got: “Hîn nehatiye diyarkirin.” Roze Osman jî dibêje ku “Ligel îmzekirina wê girêbestê dê arîşeya elektrîkê li Herêma Kurdistanê were çareserkirin.”

Basnews
Top