Li Selaheddînê êrişek berfireh dest pê kir
Li gorî nûçeyên medyayên fermî yên Îraqê, hêzên Artêşa Îraqê bi dirêjiya 3 kîlometran ber bi navçeya Şêx Mihemmed li rojhelatê Samera pêş ketine û dest danîne ser pira Ebuşewarib.
Herwiha medyayên îraqî ragihandin ku hêzên artêşê hêlên berevaniya DAIŞê li navçeya Benat Hesen û derdora Samera şikandin û bi piştgiriya Heşda Şe'bî artêşê navçeya Ebuhesen li bajarê Dûre kontrol kir.
Rudaw
