Şingal: DAIŞ êriş kir û 50 kuştî da
Çekdarên rêxistina DAIŞê li Şingalê îro serê sibehê seat 05:00 ji 4 aliyan ve êriş kirin ser Pêşmerge û heta niha şer berdewam dike.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan êrişan daye û gellek çekdarên wan kuştine.”
Haşim Sîteyî wiha got: “Tevî ku wan êriş kir, lê heta niha herî kêm 50 çekdarên wan hatine kuşt û bi dehan termên wan li cihê şer mane.”
Wî fermandarî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê çend tanker û otomobîl li cem çeperên Hêzên Pêşmerge teqandin û çend şehîd û birîndarên me hene.”
Qaymeqamê Navçeya Şingalê Meyser Hacî Salih ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 23:00 jî çekdarên DAIŞê ji 4 aliyan ve dest bi êrişekê li ser çeperên Pêşmerge kirin.”
Meyser Hacî Salih wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li taxên Berberoj û Hey Nesirê didin.”
Haşim Sîteyî ragihand: “Niha rewşa Şingalê di bin kontrolê de ye û êrişa wan hat şikestin.”
Rudaw
