Silêmanî şanişîna petrol û gaza Kurdistanê ye
Rêxisitna Dor ya taybet bi zanyariyên petrola Kurdistanê di raportekek xwe de rêjeya Petrol û Gazê li parêzgeha Silêmaniyê aşkere dike ku, Silêmanî şanişîna Petrol û Gaza Kurdistanê ye, amaje kiriye jî ku Îran bo du armancan dixwaze destê xwe deyîne ser Şanişîna Petrola Kurdistanê, lê Organîzatorê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa rêgire li pêş Îranê.
Li gor wê raportê, yedega petrolê li parêzgeha Silêmaniyê, Helebce û Îdareya Germiyanê ji 36 milyar bermîlî bêhtire û ji sedî 65 ji koma yedega petrola Herêma Kurdistanê û bêhtir ji sedî 13 ji yedega petrola Iraqê pêktîne û ji warê Gaza xwezayî ve jî gelek dewlemend e û bêhtir ji sedî 80 ji yedega Gaza Herêma Kurdistanê dikeve bin zeviyê parêzgeha Silêmaniyê û îdareya Germiyan ku dighêje 5 tirilyon mitirê sêcar.
Hevdem li gor wê raportê “20 zeviyên petrolê li Silêmaniyê hene ku 12 şirketên Petrola Îranê kar têde dikin, şirketên Amerîkî pişka herî mezin bi dest ketine, tevî ku di wan zeviyan de 3 zeviyên Gaza xwezayî jî hene û heta sala 2017`an dê berhemê bidin.”
Raporta Rêxistina Dor, behsa girîngiya Petrol û Gaza Xwezayî ya parêzgeha Silêmaniyê kiriye û çend zanyariyan aşkere kirine ku, li gor zaniyariyan ji sedî 25 ji wan zeviyên petrolê li Silêmaniyê di destê şirketên Amerîkî de ne, Gaza xwezayî ya Silêmaniyê jî bo Tirkiyê gelek girînge ku dikare beşdariyê têde bike ji peydakirina pêwîstiyên navxweyî yên Gaza Xwezayî bo wî welatî û piştre veguhestin bo Ewrûpa.
Herwiha raporta Rêxisitna Dor, behsa bandorên siyasî ser petrol û gaza parêzgeha Silêmaniyê kiriye û pêşbîniyên çavdêrê siyasî Arif Qurbanî, serokê Komîteya Samanên Xwezayî li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Xalib Elî weha dizanin ku “Îran dixwaze dest dîne ser Gaza Xwezayî ya Silêmaniyê ji ber du armancan, ya yekem, ji ber ku nehêle rikaberî li hemberê peyda bibe, ye duyem wek kerteka guvaşê li dijî Ewrûpa bikar bîne ku gaza Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hêviyeke nû ye bo Ewrûpiyan piştî arîşeyên wan ligel Rûsya yê, ji bo wê armancê jî, Îran kar dike ji bo ku Herêma Kurdistanê ji hev perçe bike, Newşîrwan Mustefa jî take rêgire li pêşiya Îranê” ji zarê Arif Qurbanî.
Elî Xalib di wê baweriyê de ye ku “ Enerjiya Silêmaniyê kiriye ku bibe bajerekî girîngên Herêma Kurdistanê û Iraq û heta Rojhilata navîn ku, piştî parêzgeha Besre bi duyem bajarên Iraqê di warê yedega Pterol û Gazê de tê nasîn”.
Berpirsê Rêxistina Dor Bo Zanyariyên Petrola Kurdistanê li ser wan pêşbêniyan aşkere kir ku “Pêşbîniyên wan li ser bingeheka zanistî û siyasî ya aşkere ye, di wê baweriyê de ne ku, hatina şanda Îranê morkirina girêbeste ji bo veguhestina Gazê bo Herêma Kurdistanê û şandina petrolê bi rêya Îranê re derketiya wan hewilane ku, di raportê de hatine aşkere kirin”.
Basnews
