• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Pêşmerge karîbûn Efsaneya DAÎŞ bişkênin”

“Pêşmerge karîbûn Efsaneya DAÎŞ bişkênin”
Di çarçêveya Konferensa Zanîngeha Utrîşê li Holenda, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî semînarek pêşkêş kir.

Di pêşkêşkirina semînara xwe de Hêmin Hewramî zanyarî liser dawîn rewşa Kurdistanê dan profesor, mamoste û xwendekarên zanîngehê.

Hewramî behsa rola Pêşmergeyên Kurdistanê kir di rûbirûbûna êrîşên çekdarên rêxistitina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de û parastina koçber û derbideran.

Di axaftinên xwe de Hewramî amaje bi rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir bo yekxistin û nêzîkkirina hemû kurdan di bin yek sêwanê de, herwiha jibo biryardana şandina Pêşemrge bo Kobanê û rizgarkirina wan deveran xaleke girîng ya axaftinên Hewramî bû.

Di berdewamiya gotinên xwe de Hêmin Hewramî behsa alîkarî û piştevanyiên navdewletî jî kir, taybet peywendiyên Kurdistan û welatên Ewropî û cîhanî.

Di axaftinên xwe de Hewramî behsa gotina Barzanî dike dema dibêje “Pêşmerge karîbun Efsaneya DAIŞ bişkênin”. Ev jî vedigere ku heybet û westana hêzên pêşmergên Kurdistanê û hebûna xwe baweriyê, take hêze dikare hevwelatiyan biparêze.

Di dawiya axaftinên xwe de Hewramî spasiya Hikûmet û 8 gelên Holenda kir jibo alîkariyên wan ên berdewam taybet bo penaberan.

basnews
Top