• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ gihîşt ser sînorê Erebistana Siûdî

DAIŞ gihîşt ser sînorê Erebistana Siûdî
Çekdarên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Erebistana Siûdî êriş kirin ser navendeke leşkerî, lê hêzên parastina sînor ên Iraqê bersiva wan dan.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmata Iraqê Sead Mean ji Rûdawê re ragihand: “Navenda Mehfur Mecne ya Lîwaya Parastina Sînor li ser sînorê Iraq û Erebistana Siûdî rastî êrişeke çekdarên DAIŞ hat.”

Sead Mean wiha domand: “Hêzên parastina sînor bersiva wê êrişê dan û gellek çekdarên wan kuştin û gellek jî birîndar kirin. Herwiha destê xwe danîn ser çend otomobîlên wan çekdaran.”

Rudaw
Top