YE piştevaniya banga Ocalan dike
YE ragihand ku ew ji helwesta parlamenterên HDPê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder li Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê Cîgirê Serokwezîr Tirkiyeyê Yalçin Akdogan û Wezîrê Navxweyî Efkan Ala re civiyan û piştre daxuayniya hevbar dayîn erênî dibîne.
Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa çapemeniya Federica Mogherinî ve hatî weşandin wiha hat gotin: “YE, ji bo daxuyaniya hevpar a şanda HDP û Hikûmeta Tirkiyeyê tê de ragihandî Abdullah Ocalan bang li PKK kir ew di mehên baharê de ji bo çekdanînê kongereyek derasayê pêk bîne, kêfxweş e.”
Di daxuyaniyê YE de wiha hat gotin: “Ev gavek erênî ye ji bo pêşvebirina pêvajoya çarseriyê. Em hêvî dikin ku hemû alî sûdê ji vê derfetê werbigrin ji bo pêşvebirina demokrasî û aşitiyê. YE her tim amadeyê ji hemû aliyan ve alîkariya pêvajoyê bike.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan duhî bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kiribû
Rudaw
