Karasu: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin çek nayên danîn
Mustafa Karasu, li ser çekdanîna PKKê ji malpereke nêzîkî PKKê re got, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dixwaze wisa nîşan bide ku PKK dê dest ji xebata çekdarî berde û wiha axivî: “Ev, derew û demogojî ye.”
Karasu diyar kir ku eger nexşerêya Ocalan a ku ji 10 bendan pêk tê, were qebûlkirin û li ser wê lihevhatin çêbibe ji xwe wateya xebata çekdarî namîne.
Wî rayedarê PKKê anî ziman ku heta PKK behsa danîna çekan neke ti kes nikare behsa vê yekê bike û ragihand, ji bo ku hikûmet ciddiyeta xwe li hember pêvajoyê nîşan bide bila bihêle rêveberiya PKKê bi Ocalan re rûnê.
Mustafa Karasu her wiha got, heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin bila ti kes li hêviya wê nemîne ku PKK çekan berde.
Ji aliyekî din, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îro bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kir.
Rudaw
