Davûtoglu pêşwaziya bangawaziya Ocalan kir
Piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kir, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, di civîna şaxa ciwanan a partiya xwe de li ser wê bangawaziyê daxuyanî da.
Ahmet Davûtoglu diyar kir ku îro pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bûye û wiha axivî:
“Ciwanên me êdî dê li ser çiyê yan jî li nav bajaran neyên hemberî hev û dê mîna bav û kalên xwe li kêleka hev ber bi paşerojê ve bimeşin.”
Davûtoglu anî ziman ku êdî li Tirkiyê ti kes dê nekaribe di navbera kurd, tirk, sunnî, elewî û htd… de tovên cudatiyê biçîne.
Rudaw
