• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ocalan daxwaza kongreyê çekdanînê ji PKK dike

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Ocalan daxwaza kongreyê çekdanînê ji PKK dike
Parlementerê Partiya Demokkratîk ya Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ragihand ku, rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan daxwaz ji partiya xwe dike ku kongreyekî awarte lidar bixin ji bo “Aştiyek mayînde.”

Îro, 28.02.2015, şanda HDPê ku ji Sirri Sureyya Onder, Idrîs Baluken û Berwîn Buldan pêk tê ligel Cîgirê Serwokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, Onder ji rojnamevanan re got: “Derheqê pêvajoyê û asta ku em hatinê de daxwaza bingehîn a Ocalan ev e: Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal e dewam dike bigihêje aştiyeke mayînde. Ez bangî PKKyê dikim ku di mehên biharê de ji bo kongreya awarte bicivin û ji bo danînaçekan biryarên dîrokî û stratejîk bidin. Ev bang ji bo siyaseta demokratîk pêş keve daxwaz û niyetek e.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan ragihand ku “Di demokrasiyê de hizir, siyaset û polîtîkayên ku gel piştgiriyê didê, mezin dibin. Em jî dixwazin bi lavayên gel û alîkariya gel pêvajoya çareseriyê bigihînin encamê. Destûra Bingehîn a nû jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfet û firsendeke mezin e.”

Parlementerê HDP yê Stenbolê derheqê Pêvajoya Çareseriyê de wiha diyar kir jî ku “Ji bo geşedanên dîrokî pêk werin pêwîstî bi şernekirinê heye. Em jî wek komîteya HDPê bangî derdorê ku piştgiriyê didin demokrasî û aştiyê dikin ku di hemû astên mizakereyên demokratîk û pêvajoyê da hebin û hêzê bidin me. Divê em bizanibin ku em nêzî aştiyê ne û em silavê didin hêzên demokrasiyê.”

Basnews
Top