Li El Suqeylabiyê êrîşa çekdarî pêk hat alozî hîna berdewam e
Ji şeva Şemiyê ve li bajarê El Suqeylabiyê rageşiya ewlehiyê ya berdewam dike, Hêzên Ewlekariya Hndirîn li bajar û Qelaat El Medîqê belav bûne.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kesên nenas li ser motorsîkletan êrişî El- Suqeylabiyê kirine, gule li dikanan û sivîlan reşandine, jinek birîndar kirine, bêyî ku sasnameya êrişkaran û sedemên êrişê werin naskirin.
Çavkaniyan da zanîn kirin ku wesayîtên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di destpêkê de nekarîn êrişkaran rawestînin û piştî bûyerê atmosferek aloz li bajêr serdest bû.
Rewşa aloziyê li El Suqeylebiyê berdewam dike, di heman demê de sedemên êrişê û rêze bûyerên beriya pevçûnan û êrişan bi tevahî ne diyar in.
ANHA
