• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge 2 emîr kuştin

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Hêzên Pêşmerge 2 emîr kuştin
Çekdarên DAIŞê li Şingalê ji 4 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî besiva wan dan û 2 emîrên wan kuştin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 21:30 çekdarên DAIŞê ji 4 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî êrişa wan têk birin.”

Emîd Haşim Sîteyî wiha got: “Şer heta seat 23:00 berdewam dikir. Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin.”

Sîteyî wiha domand: “2 emîrên DAIŞê di wî şerî de hatin kuştin. Navê wan Ebû Yaqûb û Ebû Umer bûn. Herwiha hejmarek termên wan li cihê şer mane.”

Derbarê sedema westandina êrişên Pêşmerge li ser çeperên DAIŞê, wî fermandarî wiha got: “Niha em mijûlî planekî bihêz in. Diyar e di dema xwe de ew êriş dê dest pê bikin.”

Rudaw
Top