• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê bihev dikevin

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Çekdarên DAIŞê bihev dikevin
Şerê navxweyî di nava çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de derket, fermandarekî Pêşmerge jî sedme wî şerî vedigerîne aşkerebûna armancên DAIŞê.

Fermandarekî Pêşmerge li eniya Guwêrê aşkere kir ku, çekdarên DAIŞ`ê di nava xwe de bi hevdikevin û sedemên wî şerî jî aşkerebûna armancên DAIŞê li cem çekdarên biyanî ye.

Fermandarê navçeya Germiyan yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Xalid Germiyanî ji BasNewsê re got: “Şeva borî çekdarên DAIŞ`ê pêgehên Pêşmerge top baran kirin, herwiha Hêzên Pêşmege û firokeyên şerên hevpeymanan bi dijwarî pêgehên çekdarên DAIŞ`ê top barankirin û piştre çekdarên DAIŞ`ê topranên xwe rawestandin, lê zirarên çekdarên DAIŞ`ê nehatine zanîn.”

Xalid Germiyanî diyar kir ku “Çekdarên DAIŞ`ê di nava xwe de behvdikevin û sedema wê yekê jî vegerandiye bo yekê ku, ew çekdarên ji mebesta DAIŞ`ê têgihîştine ku, bi navê cîhadê û Dewleta Islamî bû, lê bo wan derketiye ku ew yek dûre ji rastiyê.”

Herwiha Hewramî got: “Gelek caran li gundan ew bi hevdikiven û vê yekê jî, wiha kiriye ku, karîna êrîşkirina wan nemaye û bê hêz bûne.”

Basnews
Top