• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zanyarî li ser şerê şeva borî yê Aska Mûsilê

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Zanyarî li ser şerê şeva borî yê Aska Mûsilê
Şeva borî firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li navçeya Aska Mûsilê topbaran kirin û 3 otombîlên Hammer û Doşkeyek şewitandin.

Fermandarê ji artêşa Zêrevanî li eniya Rojavayê Diceleyê Kameran Hewramî ji BasNewsê re got: “Ev Çend rojin çekdarên DAIŞ`ê ji pişt Birca Aska Mûsilê ve bi Doşkeyan pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê bêzar kirine, piştî agahdarkirina firokeyên şer ên hevpeymanan, şeva borî êrîşeke berfireh bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li wê navçeyê pêkanîn.”

Kameran Hewramî da zanîn jî ku ji encama wê êrîşê “3 otombîlên Hammer û Doşkeyek hatin şewitandin.”

Derbarê hejmara kuştiyan de Kameran Hewramî got: “Ew ji me dûrin û zaniyariyên me li ser hejmara kuştiyan û birîndarên wan nînin.”

Wî fermandarê Pêşmerge behsa rewşa eniya Rojavayê Dicleyê û Aska Mûsilê kir û got: “Rewş arame û çekdarên DAIŞ`ê nikarin êrîşe ser pêgehên Pêşmergeyan bikin.”

Basnews
Top