• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rapirsiya Dawî-%45.5ê Kurdan dengên xwe didin HDPê

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Rapirsiya Dawî-%45.5ê Kurdan dengên xwe didin HDPê
Li gorî rapirsiya herî dawî, dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên îsal ên Tirkiyê de %8.9 û yên Partiya Dad û Geşedanê (AKP) jî %47.7 e.

Şîrketa bi navê GENAR, meha Sibatê li ser rêjeya dengên partiyên siyasî yên Tirkiyê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de rapirsiyek kiriye. Li gorî encamên rapirsiyê, dengên HDP zêde bûne lê dengên partiyên din zêde nehatine guhertin.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, di rapirsiyê de 5 hezar û 202 kes beşdar bûne. Ji wan kesan, %47.7 dengên xwe dane AKPê, Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî %25.1ê dengan bidest aniye. Dengên Partiya Bizava Neteweperest (MHP) jî %13.4 û yên HDPê jî %8.9 e.

Li gorî encamên rapirsiyê, dengên HDPê li gorî meha Çile zêde bûne û yên MHPê jî kêm bûne.

Di rapirsiyê de ji Kurdan û tirkan jî hatiye pirsîn ku dê dengên xwe bidin kîjan partiyê. Li gorî vê yekê, nîvê tirkan dengên xwe dane AKPê, %28ê tirkan dengên xwe dane CHPê, %16.1ê tirkan jî dengên xwe dane MHPê. Tenê %1.1ê tirkan dengên xwe dane HDPê.

Di nav Kurdan de jî, %40.1 dengên xwe dane AKPê û %45.5 jî dengên xwe dane HDPê.

Rudaw
Top