• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hewlên azadkirina welatiyên Aşorî yên li cem DAIŞê berdwamin

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Hewlên azadkirina welatiyên Aşorî yên li cem DAIŞê berdwamin
Hewlên azadkirina welatiyên Aşorî yên dîlkirî li cem rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) berdewamin, çavkanî jî amaje bi navbênkariya çend kesayetiyan ji hozên Ereb dikin.

Hejmarek kesayetiyên Aşorî bi navbênkariya çend kesayetiyên hozên Ereb ên navçeya Hesekê hewla azadkirina 220 welatiyên Aşorî didin ku çekdarên DAIŞê ew ji gundewarên Til Temirê revandibûn.

Roja 23ê Sibatê, çekdarên DAIŞê êrîş bajarokê Til Temir û gundewarên wê kirin, ku navçeyeke Aşorî li Rojavayê Kurdistanê ye, di encam de çend gund dagîrkirin û nêzîk 220 welatiyên Aşorî revandin, piştire ew gund ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin azadkirin.

Li gor ku Tora Aşorî ya Mafên Mirovan ragihandiye, niha çend kesayetiyên Aşorî bi serpereştiya Dêra Rojhilat li Sûriyê û bi navbînkariya çend kesaytiyên Ereb peywendiyê bi DAIŞê re dikin, da ku wan 220 welatiyên Aşorî, ku praniyawan jin û zarok in, azad bikin.

Rêveberê Tora Aşorî ya Mafên Mirovan Usame Dawud red kir ku ti hurgiliyên hewlên ku ji bo azadkirina welatiyên Aşorî tên dayîn, aşker bike û got: “Zanyariyan piştrast di dest me de hene ku DAIŞê ew welatî ji Çiyayê Ebdulezîzê veguhestine bajarokê Şedadî yê nêzîk Hesekê.”

Berî niha jî malpereke nêzîk DAIŞê belav kiribû ku, ew welatiyên Aşorî li cem wanin û ew daxwaza pere (Fidyeciziyê) wek bacê li ser wan dikin, heta wan azad bikin.

Basnews
Top