AKP û PDK-T Paketa navxweyî rexne dikin
Di grevê de bi dirûşmên “em ne Terorîstin, em gelên bindestîn kurd û aşurîne birayên yekin, na jibo terorê, na na bo Grûpên ISIS, em welateke ji terorîstan naxwazin, bila biqewtin ji welatê me” û çendîn sloganên din bihawar û liser pankart û plakatên hatibûne nivîsandin bi Elmanî.
Serokê ENKSê li Berlîn û Rojhilatê Elmanya Hûsên Mihemed taybet bo BasNews axavî û behsa hevkarî û beşdariya ENKS di grevê de kir.
Hûsên Mihemed dibêje ku, ew beriya sê rojan ligel Komeleya Aşorî û Siryaniyên Demokratîk li Berlîn civiyan û biryara li darxistina hin çalakiyan dane ji wan jî ev çalakiya duh, 26ê Sibatê, li Brandenbuger Torê.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Serokê ENKSa Berlîn û Rojhilatê Elmanya got: “Rastî miletê Aşorî ew jî weke miletê kurd gellekî zorî û zilim dîtiye di dirokê de, taybet jî niha em dibînin li Sûriyê ku çawa rastî zilim û zehmetiyên jiyanê tên.”
Hûsên Mihemed da zanîn ku wê berdewamiyê bidin çalakiyên xwe “li dijî rejîma Sûriyê û Grûpên Terorîstên DAÎŞê” û wê hevkariyê ligel part û aliyên siyasî yên kurdî û aşorî bikin.
Mihemed li dawiyê got ku ew Kurdan û Aşoriyan di nexweşî û xweşiyan de weke yek dibînin û weke yek malbat di danin.
Kurdan jî ala Kurdistanê û grûpeke ji kurdan ala Şoreşa Sûriyê bilind kiribun, aşoriyan jî al û rengên xwe bilind kirbun.
Roja 23.02.2015, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser bajarokê Til Temir, ku navçeyeke Aşorî ye, li Rojavayê Kurdistanê û çend gundewarên wê jî dagîr kirin.
Piştî dagîrkirina hejmarek gund, çekdarên DAIŞê 220 welatiyên Aşorî ji gundên Til Hirmiz û Til Şamîramê revandin, li gor ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye. DAIŞê ew kes jî birine Çiyayê Ebulezîz ê ser bi bajarê Hesekê ve.
basnews
