• Tuesday, 17 February 2026
logo

CIA: Li Tirkiyeyê DAIŞ wek gefeke sereke nayê dîtin

Gulan Media February 27, 2015 Nûçe
CIA: Li Tirkiyeyê DAIŞ wek gefeke sereke nayê dîtin
Serokê îstixbarata Amerîka, James Kilaber diyar kir ku, li Tirkiyeyê DAIŞ wek gefeke sereke nayê dîtin. herwiha tekez kir ku, nêzîkî % 60 ji çekdarên biyanî di rêya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê dibin.

Kilaber di civîna komîteya hêzên çekdarî ya Encumena Pîran de ragihand: “Hin ewlewiyet û berjewendiyên din ên Tikriyeyê hene ji bilî zêdekirina beşdariya xwe di şerê li dijî DAIŞê de.”

Bi gotina Kilaber, “Rapirsiyên li Tirkiyeyê diyar dikin ku li wî welatî, DAIŞ wek gefeke sereke nayê dîtin û hemwelatiyên Tirkiyê zêdetir bi pirsa aborî yan pirsa kurdî ve nimjûl in. “

Serokê CIA wiha got: “Ji ber van hemû sedeman, çekdarên biyanî dikarin bi hêsanî di rêya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê bibin.”

James Kilaber wiha domand: “Hovîtiya çekdarên DAIŞê û serjêkirina dîlan herwiha şewitandina pîlotê Urdunî Muaz Kesasibe, bandora wê li ser wê yekê hebû ku raya giştî li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞê bibe yek.”

Rudaw
Top