Malbateke Aşorî ji Rojava gehişte Başûrê Kurdistanê
Duh, 26.02.2015, malbatek ji derbiderên Aşorî yên gundê Til Hirmiz ê ser bi bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê ve, yên ku ji ber êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ) reviyane, gehiştine Başûrê Kurdistanê.
Roja 23.02.2015, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser bajarokê Til Temir, ku navçeyeke Aşorî ye, li Rojavayê Kurdistanê û çend gundewarên wê jî dagîr kirin.
Piştî dagîrkirina hejmarek gund, çekdarên DAIŞê 220 welatiyên Aşorî ji gundên Til Hirmiz û Til Şamîramê revandin, li gor ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye. DAIŞê ew kes jî birine Çiyayê Ebulezîz ê ser bi bajarê Hesekê ve.
Êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser wê navçeyê bû sedema koçberî û derbideriya xelkên wê. Li gor Rêveberê Tora Mafên Mirovan a Aşorî Usame Dawud, ku navenda wê li Swêdê ye, ji AFP ragihandiye, Ji roja Duşema borî ve 800 malbatên Aşorî ji Hesekê reviyane, ji wan 150 malbat ji Qamişlo ne. Hejmara giştî ya derbideran jî bi 5 hezar kes daye zanîn.
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji ser xala sînorî ya Sêmalka, di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji BasNewsê re got: “Duh, 26ê Sibatê, malbatek Aşorî ku ji 10 endaman pêk tê û xelkên gundê Til Hirmiz ê ser bi bajarokê Til Temirê ve ne, di Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.”
Çavkaniya BasNewsê diyar kir jî ku, ew malbat ji aliyê şervanên hêza “Dwêx Nûşê” ve hat pêşwazîkirin û niha jî li bajarokê Şêxanê bicih bûne.
Dwêx Nûşê ku bi wateya Pêşmerge tê, hêzeke tayber bi pêkharteya Aşorî ye û niha li navçeya Tilesqufê gundên bi erkê parastina gundên Aşoryan radibe.
Çekdarên DAIŞê du dêrên dîrokî jî li gundewarên Til Temirê, yek ji wan li gundê Til Hirmizê bû şewitand bûn, lê duh şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên Til Şamîram, Til Hirmiz û Til Nesrî ji dest çekdarên DAIŞê derxistine û bi temamî jî kontrol kirine.
basnews
