Serok Barzanî li gel serkirdeyên aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê civiya
Di destpêka kombûnê da, Serok Barzanî bi xêrhatina amadebûyan kir, paşê bi kurtî di derbarê serdana xwe ya Ewrûpa û beşdarîkirina konferansa Asayîşa Cîhanî ya Munixê gotarek pêşkêş kir û rûnahî kir ku niha hemû cîhan bi çavê rêz ve temaşe Kurdistanê û Pêşmerge û azayetî û serkeftinên Pêşmerge dike ku ji bo me hemûyan cihê şanaziyêne. Serok Barzanî ronahî kir ku rêzgirtina Kurdistanê û azayetiya Pêşmerge her ne li ser asta berpirsên wan welatan daye belkû xelkê wan welatan jî niha Kurdistan û Pêşmerge wekî take hêzêk dinasin ku kariye heybeta Da'îşê bişkîne.
Paşê Serok Barzanî bi hurî behsa rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û qeyrana darayî kir û spasî xweragiriya xelkê Kurdistanê kir ku bi yekrêzî û tebayî, piştevaniya Pêşmerge bûne û tekez kir ku ji bo niha û paşaroja me tu çekek hindî yekrêziya me ne bi bandore û ewê serkeftina me mîsoger dike ew yekrêziye û nabê rê bidîn nahez bi tu awayekî derz bixin nav rêza me. Serok Barzanî tekez jî kir ku ji bilî tehdîdê li ber me, paşarojeke rûn li ber xelkê Kurdistane.
Paşê birêz Dr Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyên Kurdistanê, raporekî di derbarê rêkkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêşkêş kir û bi têr û tije naverokên şandin û henardekirina neftê ji bo amadebûyên kombûnê ronahî kir û birêz Dr Elî Sindî Wezîrê Plandananê Kurdistanê pêwîstiyên di derbarê naveroka kêşeya darayî pêşkêş kir.
Paşê jî serkirdeyên partî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bilî pêzanînên xwe yên ji bo rêkxistina kombûnê behsa rola Serok Barzanî û şandina silav ji bo Pêşmergeyên qehreman, piştevaniya xwe ji bo siyaseta neft û serbixweyî ya aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirîn û tekez kirin ku xelkê Kurdistanê bi yekrêzî û yek îradeyiyê ve dakokiyê li mafên xwe yên destûrî dike. Tekez jî kirin ku niha gelê me xwedî biryar û îradeya xwe ye û ewe berhema xebat û qurbanîdana çendîn saliya gelê meye û li jêr tu fişar û guşarek da destberdarî wan nabîn.
Amadebûyên kombûnê her wiha tekez kirin ku li vê rewşa niha da pêwîste sazî û dezgehên ragihandinên Kurdistanê zêdetir bi hestkirina berpirsiyariya nîştîmanî muamele li gel rewşê da bikin û li sengera bergirîkirina mafên gelê xwe da bin.
Di dawiya civînê de jî Serok Barzanî bersîva pirs û têbîniyên amadebûyên kombûnê da.
