• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî dê ligel 5 partiyên sereke bicive

Gulan Media February 26, 2015 Nûçe
Barzanî dê ligel 5 partiyên sereke bicive
Tê çaverêkirin îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirdeyên 5 partiyên sereke li Başûrê Kurdistanê bicive ji bo derbarê rewşa niha ya herêmê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjan bikin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar ji Rûdawê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fazil Mîranî jî wek nûnerên partî dê beşdarî civînê bibin.

Çavkaniyek ji Tevgera Gorran ji Rûdawê re ragihand ku Berpirsê giştî yê Tevger Goran Newşîrwan Mistefa tevlî civînê nabe û biryare Omer Seyid Elî û Celal Cewher bi navê Goran tevlî civîna ligel serokê Herêma Kurdistanê bibin.

Herwiha ofîsa taybet ya cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Rûdawê re got ku Kosret Resûl li Ewropayê ye û hîn venegeriyaye, lewra ew tevlî civînê nabê.

Ofîsa Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba siyasî ya YNK Mela Bextiyar Mela Bextiyar jî ji Rûdawê re eşkere kir ku Mela Bextyar dê nûneratiya YNKê bike.

Ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dê Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Ferec û Hîwa Mîrza Sabir tevlî civînê bibin.

Herwiha ji Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Nazim Ebdila dê di civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê de amade bibin.

Rudaw
Top